HEYŞTÊ ADARÊ ....
Derbas bû meha sibat
Roja jinên cîhanê hat
Ew roj heyştê adarê ye
Ji bo wan çi bikin xelat.
Dîsa hat heyştê adarê
Cejna jinên li ked karê
Min ji sorgulên biharê
Pêşkêş û xwişk û yarê.
Pîroz be heyştê adarê
Nexş û xwezaya biharê
Roja dê û yarên cîhanê
Bidin wan kulîlkên darê.
Zarokên xwe hîn bikin
Hûnî zimanê xwe bikin
Ziman hebûna me ye
Ji bo ziman ji bîr nekin.
Pîroz be li jinên dildare
Yek xwişke, yek jî yare
Her yek ji wan fêdekare
Bidin wan gulên bihare.
Heyştê adarê pîroz e
Bi dil bidine hev soz e
Ji bo jinê kêf û şahî ye
Mizgîna roja newroz e.
Seyda Mêrdînî
Derbas bû meha sibat
Roja jinên cîhanê hat
Ew roj heyştê adarê ye
Ji bo wan çi bikin xelat.
Dîsa hat heyştê adarê
Cejna jinên li ked karê
Min ji sorgulên biharê
Pêşkêş û xwişk û yarê.
Pîroz be heyştê adarê
Nexş û xwezaya biharê
Roja dê û yarên cîhanê
Bidin wan kulîlkên darê.
Zarokên xwe hîn bikin
Hûnî zimanê xwe bikin
Ziman hebûna me ye
Ji bo ziman ji bîr nekin.
Pîroz be li jinên dildare
Yek xwişke, yek jî yare
Her yek ji wan fêdekare
Bidin wan gulên bihare.
Heyştê adarê pîroz e
Bi dil bidine hev soz e
Ji bo jinê kêf û şahî ye
Mizgîna roja newroz e.
Seyda Mêrdînî